N.Y : Di heyama 8 mehan de 700 hezar sivîl ji Idlibê derbeder bûne

N.Y : Di heyama  8 mehan de 700 hezar sivîl ji Idlibê derbeder bûne

PDK-S: Netewên Yekgirtî ragehand di heyama 8 mehên bûrî de ji ber êrîşên rêjîma Esed û Rûsya li ser Idilbê li bakurê Sûriyê bihtirî 700 hezar kes derbederbûne , û daxwaz kir ku bilez ew şer û tundûtujî li Idilbê were rawestandin .

Mark Kîtis cîgrê hevrêzkarî herêmî yê karûbarên mirovî li Netewên Yekgirtî di daxuyaniyekî de dilgiraniya xwe derbarê xirabûbna rewşa mirovî li Idilbê û gundewarê wê derbirand, û got, ku niha bihtirî 3 melyon sivîl, ku piraniya wan Zarok û jinên li deverî dûrpêçkirî ne .

Herweha Kîtis serbar kir, û got jî ku ji ber berdewamiya êrîşên rêjîma Esed û Rûsya li Idilbê zêdetir ji 1300 welatiyên sivîl di sala bûrî de hatine kuştin serbarî gihiştina ziyanên madî mezin li ser malûmilkên welatiyan.