Berpirsê Ewropa yê YXCDK-R bi Xwecehiya Elmaniya re civiya

Berpirsê Ewropa yê YXCDK-R bi Xwecehiya Elmaniya re civiya

PDK-S: Roja Yekşemê 19.01.2020, li Elmanyayê desteya xwecehiya Elmanya ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî - Rojava YXCDK-R, bi amadebûna Dilşad Mela Hemze berpirsê Yekîtîyê li Ewropayê civîna xwe ya normal lidarxist.

Di civîna Yekîtîyê de berpirsê rêxistina Ewropayê bi giştî behsa pêwîstiya karê Yekîtîyê yê cidî di qonaxa bê de li ser du bingehên sereke kir.

Ew jî pêwendî û berfrehkirna ceh û rûberê kar li gel rêxistnên Elmanî re ye .

Her weha tekezî li ser berfrekirina karê ciwan û xwendekaran dinava civaka kurdî li Elmanyê kir .

Weku di rûpela rêxistna Ewropayê ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Dîmoqratî Kurdistanî - Rojava de hatiye xwecehiya Elmanya jî ji aliyê xwe ve di civînê de tekez kir, ku ewê karê xwe di sala nû de bihêz û bêhtir bike.