Penaberekî Kurd li Elmaniya jiyana xwe ji dest da

Penaberekî Kurd li Elmaniya jiyana xwe ji dest da

PDK-S: Ciwanekî Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, ku li Elmaniya penaber bû, di rewşeke ne diyar de, jiyana xwe ji dest da, bê ku sedemên jiyanjidestdana wî werin diyarkirin.

Jêdereke agahdar ji ARKê re ragihand: Penaberê bi navê Elî Mihemed Ismaîl li Elmaniya jiyana xwe ji dest, ta niha sedem û hûrgulî nehatine eşkerekirin.

Elî Mihemed Ismaîl, xelkê gundê Cîlika ye ser bi Girkê Legê ya Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye. Biryar e ,îro ji bo zêde xwe were veguhestin, da ku bi xakê were spartin.