Yekîtiya Ewropî tekeziyê li ser pabendbûnê bi çareseriyeke berfereh li Sûriyê dike

Yekîtiya Ewropî tekeziyê li ser pabendbûnê bi çareseriyeke berfereh li Sûriyê dike

PDK-S: Yekîtiya Ewropî tekezî li ser çareseriyeke siyasî ya berfereh li Sûriyê li gorî biryara 2254 kir, û banga "pêngavên hevrêzî yên berb çavtir" kir.

Ev yek di civînekê de ji aliyê Dan Stoinescu, nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji bo Sûriyê, bi Mona Rişmawî, seroka ofîsa nûnerê taybet ê NY bo Sûriyê li Şamê, hat.

Stoinescu got, "Min tekez kir, ku armanca siyasî ya Yekîtiya Ewropayê li gorî tiştê ku Neteweyên Yekbûyî lê digere: çareseriyeke siyasî ya berfereh li Sûriyeyê, li gorî biryara jimare 2254 a Encûmena Ewlekariyê ye."

Wî bal kişand ser wê yekê, ku Yekîtiya Ewropî "bang û kar dike ji nêzîk ve li gel Neteweyên Yekbûyî û aliyên din, ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ji aloziyê re, di heman demê de pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez, ji bo çareserkirina pirsgirêkên girîng ên wekî xwarin, av û stargehê." "

Şandiyê Yekêtiya Ewropa bo Sûriyê tekez kir, ku "gelê Sûriyê hêjayî jiyaneke bi rûmet û aştiyane ye û em pabend in, ku piştgiriya wan bikin ji bo bidestxistina vê armancê".