Rûsya û Tirkiya tezekzî li pêwîstiya pabendiyê bi rêkeftina Soçî kirin

Rûsya û Tirkiya tezekzî li pêwîstiya pabendiyê bi rêkeftina Soçî kirin

PDK-S: Rûsya û Tirkiya tekeziyê li ser pêwîstiya pabendiyê bi rêkeftina Soçî di navbera herdu aliyan de kirin .

Wezareta derve ya Rûsî ragehand, ku wezîrê derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov di rêya peywendiyeke telîfonî de li gel hevşanê xwe yê Tirkî Mewlûd Çawîş Oxlo behsa rewşa bajarê Idilbê li bakurê rojavayê Sûriyê kirin û herdu aliyan li ser pêwîstiya pabendiyê bi rêkeftina Soçî ya di navbera serokê Rûsya Filadîmêr Putîn û serokê Tirkiyê Recb Teyb Erdogan de kirin .

Herweha herdu wezîrên derve yê Tirkî û Rûsî behsa pêngavên nû ji bo proseya Asîtana jî kirin .

Peywendî di navbera herdu aliyan de hat piştî kuştina hejmarek ji çekdarên Tirkiyê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve .