Serokê Giştîyê HAK-PAR’ê nameyek behîdariyê arasteiyê PDK-Sê kir
PDK-S: Latîf Epözdemir Serokê Giştîyê HAK-PAR’ê)Partîya Maf û Azadîyan(bi boneya koçbarkirina Serkirde Mihemed Emîn Ebas nameyek Behîdariyê arasteyê PDK-Sê kir, evjî deqa Behîdariyê ye:
JI bo birêz Mekteba Sîyasî a PARTÎYA DEMOKRATA KURDISTANÊ-SÛRÎYÊ-PDK-S
Digel rêz û silavên birayane,
Rêzdaran min bi xemgînî wefata kek Mihemmed bihîst, ez gekek berketim û êşîyam.
Kek Mihemmed Emîn miroveke berxweder û tekoşer bu.Ji bo azadîya Kurdistanê gelek xizmetên baş li dû xwe hişt.
Em wekî Partîya Maf û Azadîyan sersaxîyê didin Mekteba Sîyasî a PDK-Sûrîyê û her wiha hemu endam û alîgîr û yar û yarîderên Partîya Demokrata Kurdistanê-Sûrîyê.
Bîla serê malbatê, hezkiryan, nas û dostan, hevrê û hevkar û heval û hogiran sax bî.
Bêgûman miletê Kurd ewladek xweyê pir hêja winda kir.Ev yek ji bo doza Kurdistanê xesareke mezin e.
Bila serê Miletê Kurd sax bî.
Rûhşad û gorbehişt bî.
Latîf Epözdemir
Serokê Giştîyê HAK-PAR’ê
)Partîya Maf û Azadîyan(