Nêçîrvan Barzanî: Hunera Yûsif di bîra me de hertim dê zindî bimîne

Nêçîrvan Barzanî: Hunera Yûsif di bîra me de hertim dê zindî bimîne

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, li ser koçadawiya hunermendê navdar Seîd Yûsif, îro 26ê Sibata 2020î, nameyeke sersaxiyê belav kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî name li ser rûpela xwe ya torên civakî tiwîterê belav kir tê de weha ragihad:

"Em bi koça dawiyê ya hunermendê navdarê Kurd Seîd Yûsif pir bi ber ketin. Wî hemû jiyana xwe da hunerê û xizmeteke mezin a muzîk û strana Kurdî kir, li pey xwe sermayek mezin û dewlemend a hunerî hişt. Ewê hertim bi deng û awaz û bi hunera xwe ya bilnd di bîra me de zindî bimîne".