Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû

Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir û têde dibêje ew peyam serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû.

Îro 50 sal di ser Rêkeftina Dîrokî ya 11ê Adarê ya di navbera Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Îraqê de hatiyê îmzekirin de derbas bûn.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşema 11ê Adarê bi helkefta salvegera rêkeftina dîrokiya 11ê Adara sala 1970 peyamek li twitterê belav kir û diyar dike ku hikûmeta wê heyama ya Iraq neçar maye ku yekemîn car mafê gelê Kurd bi fermî nas bike.

Mesûd Barzanî Rêkeftina 11ê Adar weke serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bi nav dike û dibêje: “Pêncih sal di ser Rêkeftina 11ê Adarê derbas dibe. Rêkeftina 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û xelkê Kurdistanê, rejîma Iraqê neçar kir ku yekemîn car mafên gelê me bi fermî nas bike."