Li ser fermana serokê hikumeta Herêma Kurdistanê xwîndakarên Kurd li Qubris hatin vegerandin

Li ser fermana serokê hikumeta Herêma Kurdistanê xwîndakarên Kurd li Qubris hatin vegerandin

PDK-S: Li ser fermana serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, 300 xwendkarên Kurd, ku bi sedema rawestandina geştên asmanî û rêkarên rûbirûbûna Vayrosa Koronayê li Qubirs asê bibûn û nedikarin vegerin, roja Duşemê 30.03.2020, bi rêya firokexane ya nêvdewletîya Hewlêr hatin vegerandin bo Herêma Kurdistanê.

Cotyar Adil, gotebêjê Hikumeta Herêma Kurdistanê, di konfiranseka rojnamevanî de, ragehand xwendkarên asêbûyî li Qubrisê, li ser fermana Mesrûr Barzanî hatin vegerandin .