Şanda Serkirdayetiya ENKSê gihişt Herêma Kurdistanê
PDK-S: Îro 26 Gulana 2020an, şandek ji serkirdayetiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di rêya deriyê Fîşabûrê re, gihişt Herêma Kurdistanê , û biryare civînan li dar bixînin.
Jêderekê ji serkirdayetya ENKSê da zanîn ku, biryare civînek li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê were lidarxistin, û dawîn pêşhate werin gotûbêjkirin.
Heman jêderê nîşan bi wê yekê kir ku, serkirdayetiya ENKSê dê zincîrek civînan lidar bixe, têde pêşhateyên siyasî li ser asta Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê giftûgo bikin.
Şanda serkirdayetiya ENKSê ji her yek ji Mihemed Ismaîl, Fesle Yûsif, Nemet Dawûd, Fêsel Yûsif û Silêman Oso pêk tê.