Serokê Herêma Kurdistanê salvegera Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir
PDK-S: Bi helkefta sed û bîst û duyemîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara Rojnameya Kurdistan a Mîr Mîqdad Bedirxanî rewanşad ve ku hevdem e li gel bîst û duyemîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo hemû rojnamevanan û Sendîkaya wan dixwazim.
Îsal ku em vê salvegerê bi bîrtînin, Kurdistan û cîhan li ber gefa şewba Korona û rewşeke ne li normal de ye, rola rojnamevan û medyakaran li belavkirina hişyariya tendirustî û xweparêziyê ji wê şewbê û handana welatiyan ji bo pêgirîkirina rêkaran ve, rolekî bi bandor û berbiçav bû, bi rêz ve dinirxînin.
Hêvîdar im her çiqasî zûtir e ev bela ji ser milê mirovayetiyê rabe û jiyan li Kurdistan û cîhanê asayî û normal bibe.
Di vê salvegerê de wekî herdem piştevaniya xwe ji bo rojnamevan û azadiya karê rojnamegeriyê dûpat dikîn.
Em jii rojnamevanan jî çaverê dikin hemû bi berpirsiyarane û bi pîşeyiyane, kar li gel pirs û mijaran bikin, herwiha herdem di wê astê de bin ku hişyarî û zanyariyên rast û dirust û hevsengiyê vediguhezin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilind ên gel û welatê xwe liberçav bigrin.
Silav li bîranîna rojnamevanên şehîd û ew rojnamevanên pêşengên jiyana xwe ji bo gihandina rastî û pêşxistina rojnamegeriya Kurdistanê terxan kirin.
Pîrozbahiyê li hemû rojnamevanan dikim, hêvîdar im sala bê di rewşeke baş û bextewer de bîranîna vê rojê û helkeft û boneyên din bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/04/2020