Dezgeha Barzanî alîkarî li ser penaberên Faydê belav kirin

Dezgeha Barzanî alîkarî li ser penaberên Faydê belav kirin

PDK-S: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kampa Faydê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê alîkarî li ser penaberan de belav kirin.

Jêdereke agahdar ji arkê re da zanîn ku di çarçoveya du rojên bûrî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li kampa faydê ku bi Domîz du tê naskirin alîkariyên mirovî belav kirin.

Jêderê tekez kir , ku alîkarî ji bo hemû malbatan hatin pêşkêşkirin, û sûd dîtin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî her dem bi hawara penaberan ve diçe nexasim di dema qedexeya hatûçûnê de, alîkarî ji xwerin û kerestên pakirinê li ser kampan de belav dikirin.