Gêfirî : Rûsiya ji Esed ne raziye

Gêfirî : Rûsiya ji Esed ne raziye

PDK-S: Şandiyê Emerîkî yê taybet bo Sûriyê dibêje Rûsya kariye serkeftineke leşkerî ya mezin li Sûriyê bi dest bixe , û ji serokê rêjîma Sûriyê jî ne razîne .

Cêmis Cêfrî şandiyê taybetê Emerîka bo Sûriyê bi rêya vîdîwiyê beşdarî di kongira Hodson ya lêkolînên sratîcîk bû, û têde ragehand ku berjewendiyên Rûsya yên giring li Sûriyê hene û Mosko kariye pêgeha xwe ya leşkerî û aborî li wî welatî biparêze.

Herweha Cêfrî serbar kir wgot jî ku rusya li sûriyê ji alyê leşkerî ve gelekî serkeftî ye, lê pirsgirêk ewe, ku ta niha rêyeke siyasî bo rakirina serokê rêjîma sûriyê Beşar Esed nabîne, û got ji erkê me jî em bi rêya Netewên Yekgirtî riyekê ji wan re vekin, ta ji Esed û Iranê dûr bikeve.

Cêfrî di derbarê nerazîbûna Rûsya ji Esed re got: di sala borî ew bi Rûsya re axvîn û ew ji Esed ne razî ne, lê pirsgirêk ewe, ku tû alternatîvekê ji wî re nabînin.