Potîn 2 fermanên bilez derdarê Sûriyê kirine
PDK-S: Serokê Rûsya ferman bi herdu wezîrên derve û yê berevaniya Rûsya kiriye, ku bihtir gotûbêjiyan li gel rêjîma Esed bikin .
Malpera Rûsya Elywem di nûçeyeke bilez de belavkiriye, ku Fladîmêr Potîn serokê Rûsya ferman bi Sêrgî Lavrov wezîrê derve yê Rûsya û Sêrgî Şoygo wezîrê berevaniya Rûsya kiriye, ku ji bo bihêzkirina hejmûna Rûsî di beravên Sûriyê de danûstandinên bihtir li gel rêjîma Esed bikin .
Herweha malpera navbûrî daye zanîn, ku mebest ji danûstandnan radestkirina navçeyên bihtire ji beravên Sûriyê ye bo hêzên Rûsî yên li Sûriyê dimînin .