Nivîsgeha Jinan ya ENKSê tekezî li nêzîkbûna Kurdî Kurdî kir

Nivîsgeha Jinan ya ENKSê tekezî li nêzîkbûna Kurdî Kurdî kir


PDK-S: Nivîsgeha Jinan ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, duh 29ê Gulana 2020, civîna xwe ya normal li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Malpera fermî ya ENKSê ragihand ku civîn bi amadebûna hemû endaman bi rê ve çû, û mjarên siyasî û rêxistinî gotûbêj kirin.

Li ser asta siyasî, Nivîsgeha Jinan rewş û pêşhateyên dawiyê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin. Û tekezî li nêzîkbûna Kurdî Kurdî û kedên Herêma Kurdistanê ji destpêşxeriyê re kir.

Civînê nîşan bi wê yekê da ku yekrêziya Kurdan dê xizmeta doza gelê Kurd bike û dê hêvî û mafên wan cî bi cî bike.