Li kampa Berde reş semînarek derbarê V. Koronayê hat lidarxistin
PDK-S: Dibin navnîşana xweparastin ji vîrûsa Koronayê semînarek li kampa Berdereş ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ya bi ser parêzgeha Duhokê hat lidarxistin .
Roja Çarşemê 03.06.2020, û bi amadebûna hejmarek çalavanên sivîl li navenda Siwêdo li kampa Berdereş ya penaberên Rojavayê Kurdistanê rêveberiya tendirustiya Duhokê semînarek derbarê xweparastin ji belavbûna vîrûsa Koronayê lidarxist , piştî bi dawîhatina semînarê rêveberiya tendirustiyê belavokên xweparastinê ji vîrûsa Koronayê li ser amadebûyan belavkirin .
Semînar bi serpiriştiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û bi hemahengî li gel encûmena kampa Berdereş birîve çû .