Teqînekê Efrîn hejand
PDK-S: Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, teqînek rû da, û ziyanên canî û madî hatin tomarkirin.
Jêdereke taybet ji nav Efrînê ji ARKê re ragihand ku teqîn li navenda bajêr nêzîkî pira nû rû da, û di encamê de 3ê welatî birîndar bûn, di nav birîndaran de zarokek jî heye.
Jêderê got ku her yek ji Mihemed Xesan û Mihemed Hemo, herwiha zarokê 4 salî yê bi navê Ehmed Xesan birîndar bûne.
Ta sazkirina nûçeyê, tu aliyekî ew teqîn nexistiye stûyê xwe.