Wênegirek bi şaşîtî hat kuştin

Wênegirek bi şaşîtî hat kuştin

PDK-S: Li Rojavayê Kurdistanê ji ber teqandina guleyan di ahingekê de wênegirekî jiyana xwe jidest da.

Jêderên xwecehî belavkirin li gundê Tel Enter ya ser bi devera Til Koçer ya ser bi Dêrkê ve wênegirê bi navê Delîl Murad dema, ku dîmenên ahinga Bûk û Zavayekî dikşandin hin beşdarên ahingê gule berdan û yek jiwan guleyan lêket û di encamê de jiyana xwe jidest da.

Delîl weku peyamnêrê ajansa Elweten ya nûçeyan serbarî wênegirya ahingan kardkir.

Xelkê gundê Girzyaretê Çolê ya ser bi Girkê Legê ve ye xêzandarbû û 3ê zarokên wî hebûn.