6 nexweşên Korona li deverên Rêjîma Esed eşkere bû

6 nexweşên Korona li deverên Rêjîma Esed eşkere bû

PDK-S: Li Sûriyê 6 rewşên din yên pêketinê bi vayrosa Koronayê li deverên jêr kontrola rêjîma Sûriyê hatin tomarkirin .

Wezareta tendirustiyê ya ser bi rêjîma Sûriyê ve roja Çarşemê 10. 06. 2020, eşkere kir, ku 6 kesên din ji ber pêketiyên Koronayê li bajarokê Ras Elm're li gundewarê Şamê bi Koronayê ketin.

Li gor heman jêderê hejmara giştî ya pêketiyan li deverên jêr kontrola rêjîmê gihiştiye 152 kesan ji wan 66 rewş baş bûne û 6 rewşên din jiyana xwe jidest dane.