Idlib.. Agir bi kampeke derbederan ket

Idlib.. Agir bi kampeke derbederan ket

PDK-S: Agir bi kampeke derbederan li bakurê gundewarê Idilbê ket û di encamê de zirerên madî rûdan .

Tîma berevaniya sivîl ragihand, ku roja Duşemê 20.07.2020, li kampa Kefirzîta li nêzî bajarokê Babsiqa li gundewarê Idilbê agir bi 6 konên derbederan ket, û di encamê de her 6 kon bi temamî şewtîn bê ku tu ziyanên canî hebin .

Û serbar kir, ku ew agir ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ku bi Kum Spî têne naskirin hat kontrolkirin .