Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyî gelê Lubnanê kir

Nêçîrvan Barzanî peyamek arasteyî gelê Lubnanê kir

PDK-S: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di tweetekê de piştgiriya Herêma Kurdistanê bo xelkê Lubnanê nîşan da.

Serokê Herêma Kurdistanê di tweetekê de li ser teqînên li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûtê diyar kir: “Em hevsoziya xwe bo qurbaniyên teqînên wêranker ên li Bêrûdê tînin ziman û hevsoziya xwe bo malbat û hevalên qurbaniyan nîşan didin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê di demên dijwar de dê li cem xelkê Lubnanê be.

Duh 4ê Tebaxa 2020an, li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê du teqîn pêk hatin û di encama wan teqînan de kuştî û birîndar ketin