Gera 3 an ji civînên komîteya distûra Sûriyê di rojên bê de destpê dike

Gera 3 an ji civînên komîteya distûra Sûriyê di rojên bê de destpê dike

PDK-S: Biryare di demeke nêzîk de gera 3an ji civînên komîteya distûra Sûriyê ya nû li Cenêvê destipêbike .

Hadî Elbehra hevserokê komîteya distûra Sûriyê ya nû ragehand, ku şanda opozisyona Sûriyê niha amadekariyên xwe jibo despêkirina gera 3an ji civînên komîteya distûrî re yaku piştî çend rojên din wê li Cenêvê were encamdan dike .

Herweha Elbehra amaje bi wê çendê jî kir û got ji ber metirsiya belavbûna Korona egerek heye, ku civînên komîteyê werne paşxistin .

Derbarî derencamên komîteya distûra Sûriyê ya nû Elbehra got, tevî derbasbûna salê li ser karê komîteyê lê ta niha tu derencamek bidest nexistiye lê giringiya vê komîteyê ewe, ku mîkanîzm û berhemê yekem rêkeftina siyasî ye li jêr proseya siyasî li gorî biryara encûmena ewlehiya navdewletî 2254 re .