Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera 74 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera 74 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera 74 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina 16ê Tebaxê û salvegera heftih û çaremîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû endam û alîgiran û kadirên Partî(PDK) û cemawerê xelkê Kurdistanê dikim. Damezrandina Partî(PDK) çerxeke girîng bû li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û bûye xwendingeheke niştîmanî ji bo xebatgêr û têkoşerên Kurd. Armanca damezrandina Partî(PDK) zindî hiştina giyanê xebata siyasiya gelê Kurd û bihêzkirina bawerî bi xwebûna take kesê Kurd bû li serdemeke sext û dijwar da. Partî herdem li hemû qonaxan da amrazek bûye ji bo berevanîkirina li mafên rewayên gelê Kurdistanê û aliyê serekiyê dakokîkarê wan mafan bûye û ewe jî bi kirdarî nîşandaye. Ji bo wê yekê Partî herdem cihê hêviya gelê Kurdistanê bûye û li heman demê de jî herdem Partî bûye nîşan û armanca plana nahez û neyarên gelê Kurdistanê.

Îsal bîranîna şanzdehê tebaxê di demek de dikîn ku gelê me li ber gef û astengên mezin daye. Niha Kurdistan li gel kêşeyên aborî û tendirustî û planên cûr bi cûrê nehezan da dest û penceyên xwe nerm dike. Her ewe jî wiha dike erkê Partî û serkirdayetî û kadir û endam û alîgirên Partî ji hemû demekê girantir bê. Bi navê derbaskirina vê rewşa dijwar da pêwîste karbidest û kadirên partî li nava cemawer û li asta çaverêkiriya cemawer da bin û bibin sedema çareserkirina pirs û kêşeyên xelkê. Pêwîst dike hemû Partiyek ewe ji bîr neke ku berpirsiyariya serekiya parastin û pêşxistina Herêma Kurdistanê li ser milê we ye û divê bi navê Kurdistanekê bihêz da xwe ji hemû kesek zêdetir bixebite û biwestîne.

Li vê salvegerê da tekez li peyama pêkvejiyan û fireh alî û aştîxwaziya nava xelkê Kurdistanê dikîn û ewe yek ji erkê serekiyên Partiye ku pêkvejiyana di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê û aştiya siyasî û civakî Kurdistanê biparêzê.

Di derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda jî Partî bi dirêjahiya temena xebata xwe ya siyasî, xwazyarê danustandin û çareserkirina kêşeyan bi awayeke aştiyane û hevdû têgihiştinê bûye. Niha de jî tekez li ser peyrewkirina heman rêyê dikîn û heman demê de hemû hewl û têkoşîna Partî ji bo ewe dibê ku li gel têkoşer û niştimanperwerên dinê Kurdistanê mafên destûriyên gelê Kurdistanê biçespênê û dijî hemû bîroke û eqliyetek radiwestê ku bixwaze xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê û şeraketa gelê Kurd li nav dewleta Iraqê piştgûh bixe. Yan jî bixwaze kiyana Herêma Kurdistanê ku berhema sedsal xwîna sedan hezar şehîd û rondikên sedan hezar dayikên şehîde, ji wana betal bike. Behs jî dizanîn ewê niha heye bi tu awayekê li asta qurbanîdana bêhejmar û xewn û hêviya serbixweyî ya gelê me da nîne. Li gel wan hemûyan da jî bi nêrîna me li gel birêz Mistefa Kazimî Serok Wezîrên niha yê Iraqê ku têgihiştina wî ya ji bo doza gelê Kurdistanê heye, ew derfet heye ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda li çarçêweya destûrê da bêne çareser kirin û her du alî bigihin encamên baş. Ew destûra ku eger wekî xwe bihata bicîhkirin, niha gelek ji wan kêşeyan nedibûn ku li navbera Hewlêr û Bexdayê da heye.

Li salvegera heftih û çarsaliya damezrandina Partî da ewe bi bîra xelkê xweşdiviyê Kurdistanê tînim ku Partî zadeya yekgirtiya îradeya xebatgêrên Kurd bû. Partî li encama derz û duberekiyê ji dayik nebûye, ji bo wê yekê Partî hêma û navendeke ji bo yekgirtin û yekrêziya îradeya gelê Kurdistanê. Her li vî warî de Partî herdem amadeye ji bo birayetî û aştî û yekrêziyê ji ber ku baweriya wî bi wê yekê heye ku her çi serkeftin û destkeftek ku ji bo gelê Kurdistanê hebûye li sayeya yekrêzî û tebayî û birayetiya di navbera aliyên Kurdistaniyan pêkhatiye. Daxwaz ji Partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê dikim ku bi rûh û giyanê birayetî û berpirsiyarane bi pêkve kar bikin ji bo derbaskirina van gef û giriftên ku bûne gefek li ser Herêma Kurdistanê. Dixwazim tekez jî li wê yekê bikim ku raste mûçe û jiyana xelkê gelek girînge û divê hemû aliyek pêkve li rêya çaksaziyeke hemû aliyên li Herêma Kurdistan û Iraqê da hewla çareseriya kêşeyên xelkê û debara jiyana welatiyan bidin, lê belê li gel ewe da jî giriftên bingehînên dinên wekî prensîpa şeraket û bi cîhkirina destûr û maddeya 140 û Pêşmerge heye û her wiha siyaseta asîmîlasyon û guherîna demografî heye ku gelek metirsîdare û nayê qebul kirin. Ev hemû ewlewiyet û girîngiyeke xwe ya taybetî heye û nabê kêşeya gelê Kurdistanê tenê li maaş û mûçeyê da bê kurt kirin. Proseya bişaftina navçeyên Kurdistaniyan ku li sedsala bîstem ve destpêkiribû mixabin niha jî bi awayên cûr bi cûr berdewame. Pêwîste ew proseya sîtemkarane bi zûtirîn dem bê ragirtin û çareseriya wê bişaftin û nehiştin û guherîna demografya jî bê kirin ku berê li dijî Kurd li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê hatine kirin.

Li vir da bi pêwîst dizanim daxwazê ji hêzên siyasiyên Kurd li perçeyên din bikim ku rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav bigrin û nebin sedema wê yekê ku ziyanê li Herêma Kurdistanê bê dayîn. Ji ber ku êdî xelkê Herêma Kurdistanê nikarin tehemula ziyan û bombebaran û kêşeyên din bikin. Herêma Kurdistanê bi xwe girift û kêşeyên din heye û nikarê xwe li ber ziyan û êşên zêdetir bigre. Ji bo wê yekê daxwaz ji welatên cîran û hêzên Kurdî dikîn rêzê li serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê bigrin û Herêma Kurdistanê nekin qada gengeşeyên xwe.

Li dawiyê de careke din vê salvegera pîroz li hemû Partiyan û xelkê serbilindê Kurdistanê pîroz dikim. Vê gotina cenabê Barzaniyê Nemir bi bîra we hemûyan tînim ku li serkeftinan de qurre nebin û li şikestinan de jî bêhêvî nebin. Daxwaz ji hemû Partiyan dikim îrade û hêviya we bihêz bê, ji ber hûn îrade û hêvî û hêzin ji bo hemû xelkê Kurdistanê. Pêwîste em hemû pişt û penaya hevdû û pişt û penaya xelkê sîtemdîtiyê Kurdistanê bimînîn. Ew hemû kesên ku hewla nehiştin û rûxana Partî didin baş bizanin ku Partî mulkê gele û partî xweneçemandine û narûxê.

Hêviya selametî û xweşiyê ji bo hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê re dixwazim.

Mesûd Barzanî
16 Tebax 2020