Amerîkayê sizayên nû li ser şêwirmend û alîgirên Esed sepand

Amerîkayê sizayên nû li ser şêwirmend û alîgirên Esed sepand

PDK-S: Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand, sizayên nû li dijî kesayetên nêzî Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed sepadin, di nav de şêwirmendên ragihandin û hejmarek berpirsyarên Sûriyê hene.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand, ku li dijî 6 alîgirên Esed di nav de şêwirmenda ragihandinê Lona Şibil û alîgirê wî Yasir Îbrahîm hene.

Herweha siza liser her yek ji Mihemed Saatî, yek ji berpirsên partiya BAAS, Emîd Xeyas Dela ji Firqeya 4 a artêşa Sûriyê, Samir Îsmayîl berpirsê Fewca Heyder li Hêzên Nimir, Lîwa Elî Eyûb Wezîrê Berevaniya Sûriyê yê berê û Fadî Seqir serkirdeyê serbazî di Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya Sûriyê de hene.