Hewlêr... Mîr Ismet Tehsîn Beg ligel şandekê serdana O.P.Niştîmanî ya PDK-S kir

Hewlêr... Mîr Ismet Tehsîn Beg ligel şandekê serdana O.P.Niştîmanî ya PDK-S kir

PDK-S: Wekîlê Mîrê Êzîdyan serdana ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya kir, herdu aliyan peywendiyên navbera herdu aliyan de gotûbêjkirin.

Roja Çarşemê 23.09. 2020, mîr Ismet Tehsîn Beg wekîlê mîrê Êzîdyan li gel şandekê serdana ofîsa peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya kir PDK-S, û ji aliyê diktor Ebdalhekîm Beşar endamê polîtbîroya PDK-S û Seîd Umer berpirsiyarê ofîsa peywendiyên Niştîmanî , Serhan Hesen berpirsiyarê rêxistina partî ya dewruberê Hewlêrê , Ahmed Melek lk berpirsyaê rêxistina partî ya Hewlêrê û Mihemed Şêrîn Mihemed endamê komîteya navendî ya PDK-S pêşwazî lê hate kirin.

Di civînê de rewşa deverê bi giştî hate gotûbêjkirin û behsa pêkvejiyana li Kurdistanê heye, ku tevaya ol û netewe bi azadane têde dijîn hate kirin , û tekezî li ser girngî û berdewamiya peywendiyan navbera wan de hate kirin.

Şanda mêvan ji Mîr Ismet Tehsîn Beg , baba Çawîş xizmetkarê laleşê , û Qeşe Fîlîb serperiştiyarê 38 dêrên Asûriyan pêkdihat.