Mihemed Ismaîl pêşveçûnên Danûstandinên KURDÎ- KURDÎ eşkere kirin

Mihemed Ismaîl pêşveçûnên Danûstandinên KURDÎ- KURDÎ eşkere kirin

PDK-S: Endamekî desteya serokatya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê dawîn pêşveçûnên danûstandinên kurdî kurdî û doseyên nakokî li ser hene eşkere kirin.

Mihemed Ismaîl serokê şanda danûstandkar ya ENKSê di danûstandinên kurdî kurdî de taybet ji ARKê ragehand, ku pêşveçûn di gerên qonaxa dwê de ya danûstandinên kurdî kurdî de heye, û herdu alî ji rêkeftina dawî derbarê lêvegera kurdî nêzîk bûne.

Derbarê rêveberiyê Mihemed Ismaîl got, ku gavên baş hatine avêtin û herdu alî li ser gelek xalan yek nerînin.

Herweha Mihemed Ismaîl serbarkir û, got ku civîn li gel Mezlûm Ebdê derbarê doseyên ku nakokî li ser hene berdewamin , û pêngavên girîng hatine kirin.