Rêxistineke Mirovî êrîşên Rêjîm û Rûsya li ser Idlibê şermezar kir

Rêxistineke Mirovî êrîşên Rêjîm û Rûsya li ser Idlibê şermezar kir

PDK-S: Roj bi roj balafrên şer yên rêjîma Esed û Rûsya êrîşên xwe li ser deverên li bakurê rojavayê Sûriyê gûrtir dikin û agirbesta rawestandina şer li devera kêmkirina astê şer li Idilbê binpêdikin .

Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê di daxuyaniyekê bi tundî êrîşên rêjîma Esed û Rûsya li ser deverê û gundên li Idilb û gundewarên wê îdane û şermezar kir .

Weke heman tîmê daye xuyakirin, ku di heyama 24 demjimêrên bûrî de balafirên şer yên rêjîma Esed û Rûsya 26 xal û ceh kirine armanc û di encama wan êrîşan de bi dehan welatiyên sivîl navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî serbarî dirustbûna pêleke derbederiyê li deverê ku rojane bi sedan malbat ji ber berdewamiya êrîşan derbeder dibin .