Hewlêr.. Ciwanekî Dêrikê rastî guleyekê hat û jiyana xwe jidest da

Hewlêr.. Ciwanekî Dêrikê rastî guleyekê hat û jiyana xwe jidest da

PDK-S: Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê penaberekî Rojavayê Kurdistanê bi guleyeke bê ser û ber canê xwe ji dest da .

Roja Şemiyê 31. 10. 2020, li bajarê Hewlêrê penaberê kurdê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Zinar Umer Nasir bû qurbaniya şerê du malbatan û rastî guleyeke bê ser û ber hat di encamê de canê xwe ji dest da .

Hejmarek çalakvanên kurd dane zanîn ku dema du malbatan li devera Bensilawe ya ser bi Hewlêrê ve bi çekan şer kir, Zinar Umer Nasir di nêzê wan re derbas bû , û guleyeke bê ser û ber lêket û canê xwe ji dest da .

Zinar Umer Nasir xelê bajarê Dêrkê yê Rojavayê Kurdistanê ye jidaykbûyê sala 1992ane, Xêzandare û bavê keçekê ye.