ENKSê Daxuyaniyek derbarê revandina Rakan El-Ehmed ji aliyê çekdarên PYDê ve belav kir

ENKSê Daxuyaniyek derbarê revandina Rakan El-Ehmed ji aliyê çekdarên PYDê ve belav kir

PDK-S: Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek derbarê revandina rojnamevan Rakan El-Ehmed li bajarokê Girkê Legê ji aliyê çekdarên PYDê ve belav kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe de ragihand, “Şeva 29ê Adarê girûpek çekdar ya ser bi PYDê ve li bajarokê Gerkê Legê girtin ser mala rojnamevan Rakan El-Ehmed ku di heman demê de endamê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya (PDK-Sê) ye û ew revandin û berev cihekî ne diyar ve birin.

ENKS serbar kir û got ev kiryarên PYDê yên li dijî endam û alîgirên ENKSê berdewam in, ku bi vê yekê dixwaze bi tirsandina xelkê, têkçûnên xwe yên siyasî û rêveberî perdepoş bike.

ENKS bi tundî van binpêkirinên ku li dijî mafên mirovan ne, şermezar dike û bang li raya giştî û rêxistinên mafên mirovan û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku destêwerdanê bikin û rê li ber van kiryarên PYDê bigirin ku êrşîkirina li ser baregeh û ofîsên ENKSê û PDK-Sê û şewitandina kelûpelên di nava wan de mîna al û wêneyên simbolên kurdî li xwe digire.

Herweha daxaza rawestandina vekolînên rojane li gel malbatên pêşmergeyên Leşkerê Roj û gefên wan kir û tekez jî kir ku ev kiryarên PYDê qet kar û xebata ENKSê ranawestîne û dê di xebata xwe de berdewam be ta pêkanîna mafên gelê kurd li Sûriyê.