Xebatkar Ebd El-Ezîz Mihemed Osman koça dawî kir

Xebatkar Ebd El-Ezîz Mihemed Osman koça dawî kir

PDK-S: Xebatkar û kurdperwer Ebd El-Ezîz Mihemed Osman bavê Dêrsim endamê encûmena herêmî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistan - Sûriya roja Sêşemê 29. 12. 2020, piştî rûbrûbûna nexwewşyeke giran koça dawî kir.

Xebatkar Ebd El-Ezîz Mihemed Osman ji sala 1982an de dest bi karê siyasî kir ye û li ser rê û rêbaza Barzaniyê nemir ma.

Xebatkar Ebd El-Ezîz Mihemed Osman ji daykbûyê 1960 gundê Şebek yê bi ser bajarkê Çil Axa ve ye , êzandar bû û bavê 6 keçan bû.

Xebatkar Ebd El-Ezîz Mihemed Osman li goristana Mehmeqeya li Qamişlo bixaksipartina.