Qedexeya hatinûçûnê li Kurdistanê hat dirêjkirin

Qedexeya hatinûçûnê li Kurdistanê hat dirêjkirin

PDK-S: Roja Înê 01.05.2020an Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Kurdistannê qedexeya hatinûçûên li tevahiya Herêma Kurdistanê heta 10.05.2020an dirêj kir.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê qedexeya hatinçûnê de daxuyaniyek belav kir, û aşkere kir ku li hemû parêzgahên Herêma Kurdistanê qedexeya hatinçûnê heta 10.05.2020 hatiye dirêjkirin.

Herwiha Wezareta Navxwe aşkere kiriye ji saet 19.00 heta 00.00 qedexeya hatinçûnê dê bê cîbicîkirin, û tenê rê bi hatinûçûna otomobîlên hêzên emnî, tîmên tendirustî û ambulans û ew ên di erkê fermî de ne dê bê dayîn ku berî niha qedexe ji 18.00 heta 00.00 bû.