PDK-Sê 1emîn salvegera koçbarkirina xebatkar Elî Reşîd vejand

PDK-Sê 1emîn salvegera koçbarkirina xebatkar Elî Reşîd vejand

PDK-S: Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê 1mîn salvegera koçbarkirna xebatkar û kadrekî xwe li zêdê wî li rojavayê kurdistanê vejand.

Roja Înê 15 . 04. 2022, rêxistina Alyan û Çil Axa ya PDK-Sê 1mîn salvegera koçbarkirina kadirê siyasî yê PDK-Sê xebatkar Elî Reşîd Umer li gundê Dêrûna Axê yê li devera Aliyan ve vejand.

Di merasîmên vejandina salvegera koçbarkirina xebatkar Elî Reşîd de gurzên gulan li ser gora wî hatin danîn, herweha Hesam Ebdo endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê gotinek bi navê PDK-Sê pêşkêşkir, û têde behsa kar û xebata Elî di nav refên partî û xizmeta doza kurdî de li ser rêbaza Barzaniyê nemir kir.