PDK-S Ofîsa xwe li Kobanê vekir

PDK-S Ofîsa xwe li Kobanê vekir

PDK-S: Piştî demeke dirêj ji daxistinê , careke din Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-S , ofîsa xwe li bajarê Kobanê vekir .

Roja Duşemê 25. 01. 2021, li bajarê Kobanê û bi amadebûna cemawerê Kurd ji endam û alîgirên Partiya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-S , PDK-S ofîsa xwe vekir.

Vekirina ofîsa PDK-Sê piştî wê çendê tê, ku ofîsên PDK-Sê li bajarên Qamişlo û Dêrkê û bajar û bajarokên din yên Rojavayê Kurdistanê hatine vekirin .