Rêxistina Domîz ya PDK-Sê seredana birîndarên şewata otombêleke Leşkerê ROJ kir

Rêxistina Domîz ya PDK-Sê seredana birîndarên şewata otombêleke Leşkerê ROJ kir

PDK-S: Rêxistina Domîz ya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê,roja Çarşemê 05. 05. 2021 seredana birîndarên şewata otombêleke leşkerê roj kir.

Şandek ji rêxistina Domîz ya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê bi serokatiya berpirsê rêxistinê û endamê polîtbîroya Dîmuqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê Mihemed Elî Ibrahîm li kampa Domîz yek seredana pêşmergeyên Roj yên di otombîlekî de rastî şewatê hatîn kir, û hêviya silametiyê ji wan re kir.

Herweha tekezî li ser piştevaniya leşkerên Roj di hemû rewşan de kir.

Roja Çarşemê 05. 05.2021, di otombêlekê de 5 ji pêşmergeyên Roj rastî şewatê hatin û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û niha jî rewşa wan ya tendirustî cêgire.