Serok Barzanî: Destûrê Iraqê hatiba cîbicîkirin pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê nedibûn

Serok Barzanî: Destûrê Iraqê hatiba cîbicîkirin pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê nedibûn

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got, eger destûrêIraqê hatiba cîbicîkirin pirsgirêkên niha yên Hewlêr û Bexdayê nedibûn.
Îro Yekşema 14.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jeanine Plasschaert Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê û danustandinên di navbera Herêm û Hikûmeta Federalî û her wiha astengên li ber bi cîhkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê de hatin gotûbêjkirin.
Di vê hevdîtinê de Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku Neteweyên Yekgirtî hana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê da ku di diyalog û rexsandina rewşa erênî ya ji bo serxistina danustandinan û bi desthatina çareseriya guncaw ya ji bo kêşeyên di navbera wan de berdewam dibin.
Her dli vê civînê de Serok Barzanî piştgîriya xwe ji bo diyaloga berdewam a di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federaliya Iraqê di çarçoveya destûrê Iraqê de ragihand û tekez kir ku eger di salên derbasbûyî de destûr wekî xwe hatiba bi cîhkirin dê gelek ji wan kêşe û giriftên ku niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, nebana.