Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li gel rêveberê BCF civiya

Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li gel rêveberê BCF civiya

PDK-S: Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê ji bo şopandina rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bi rêveberiya dezgeha xêrixwazî ya Barzanî re civiya .

Piştî zincîrek hevdîtin li gel rêveberên kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê , roja Yekşemê nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê ji bo şopandina rewşa penaberan li gel Mûsa Ehmed birêveberê dezgeha xêrxwazî ya Barzanî û birêveberê ofîsa wî Ferzîn Bakzade re civiya û êş û azarên penaberan û asankirina rêkarên girêdayî penaberan û pirsgirêkên wan pêşkêş kir, û li gel Ehmed çawaniya çareseriya wan gengeşekir, dezgeha xêrixwazî ya Barzanî jî tekez kir, ku ewê li ser pirs û pêşbînên hatî pêşkîşkirin raweste .

Şanda nûneratiyê her yek ji Newaf Reşîd serokê nûneratiyê, Nûrî Birîmo, Raman Mela û Esmîhan Dawûd endamên komîta pêwendiyên derve ya nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê li xwe digirt.