Di Şewatekî de... Li Elmanyayê ciwanekî Kurd jiyana xwe jidest da

Di Şewatekî de... Li Elmanyayê ciwanekî Kurd jiyana xwe jidest da

PDK-S: Li Elmanyayê di encama şewatekê de penaberekî Rojavayê Kurdistanê xelkê Efrînê jiyana xwe jidest da.

Jêderekê da zanîn, ku ciwanê kurd yê penaber Mihemed Şêxo Êşe xelkê gundê Birêmce yê ser bi navçeya Mabata ya Efrînê ve di dema seredana hevalekî xwe de li Firankforta Elmanî agir bi mala hevalê wî ket û di encamê de Mihmed jiyana xwe jidest da û hevalê wî jî bi tundî şewtî û birîndar ket û ji bo nexweşxaneyê hate veguheztin.

Jêderê amaje kir, ku Mihemed 21 salî ye bi tena xwe penaberî Elmanyayê bûye û dijî û malbata wî jî li Efrînê dimîne.

Ji destipêka pêla penaberî de bo Herêma Kurdistanê welatên derdora Sûriyê û Ewropayê bi dehan ciwanên kurd bûne qurbaniya bûyerên tirafîkê û ketina ji avahiyan û xenqandina di çeman de û şewatan.