Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya ENKSê civiya

Nivîsgeha Ragihandina Navendî ya ENKSê civiya

PDK-S: Piştî demekê ji rawestandinê bi sedema belavbûna koronayê ,ofîsa ragihandina navendî ya ENKSê yekem civîna xwe ya normal encam da.

Bi amadebûna herdu berpirsên ofîsa raghandinê ya ENKSê Hesen Remzî û Siûd Elehmed, ofîsa raghandna navendî ya ENKSê roja Pênşema bihûrî o6. 05. 2021, yekem civîna xwe ya normal piştî demekê ji rawestandina civînan bi sedema belavbûna koronayê li ofîsa tevgera çaksaziyê ya Kurdî li bajarê Qamişlo encam da,û rola ragihandinê û rêgiriyên li pêş karê ragihandina ENKSê û çawaniya pêşxistina kar hatin gengeşe kirin.

Di civînê de hemî medyakarên ENKSê ji peyamnêr û nivîseran li Qamişlo û deverên din yên karîn amade bibin beşdar bûn ,herweha Remzî li ser giringiya ragihandinê û rola wê di vê qonaxa hestiyar de li deverê û giringiya veguheztin û diyarkirina rastiyan di rêya belavkirina nûçeyên zelal û piştrastkirî axfî û bal kişand ser pêwîstiya karê hevbeş bi wefadarî di çarçoveya ofîsa ragihandinê de jibo pêşxistina kar bi awayekî xizmeta doza kurdî bike .

Herweha medyakarên ofîsa ragihandina ENKSê jî behsa astengî û rêgiriyên li pêş karê xwe û çawaniya pêşketina kar kir.