Li Helebê keçek bi guleyên çekdarê rêjîma Sûriyê hate kuştin

Li Helebê keçek bi guleyên çekdarê rêjîma Sûriyê hate kuştin

PDK-S: Li bajarê Helebê yê Sûriyê di encama guleyeke bê serûber de keçekî jiyana xwe jidest da.

Rewangiha Sûriyê ya Mafê Mirovan belavkir, ku li taxa Himêdiyê ya bajarê Helebê nakokî di navbera du çekdarên rêjîma Sûriyê de rûda û ew nakûkî bû şerekî bi çekan û di encamê de keçeke sivîl li pêş mala xwe bi guleyên wan hat armanckirin û jiyana xwe ji dest da.

Herweha jêderê amajekir, ku rewşeke metirsiyê di nav malbata wê keçê û neşteciyên taxê de dirust bû, û welatiyan daxwaza derxistina çekdarên rêjîmê ji deverê kir.