Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûrya birûskek arasteyî YNKS kir

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li  Sûrya  birûskek arasteyî YNKS kir

PDK-S: Bi helkefta girêdana diwemîn kongirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya YNKS Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûrya birûskeka pîrozbahiyê aresteyê YNKS kir, evjî naveroka birûskê ye:
Hevalên rêzdar di Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan a Sûrya de,
Komîteya amadekar ya kongirê Yekîtiyê,
Nûner û mêvanên kongirê,
Rêz û silav
Em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûrya, bi dil û can
Kongira we pîroz dikin, ji kar û xebata we re serkeftin û serfiraziyê daxwaz dikin,
Bi hêviya ku xebata we her û her firehtir û pirtir bibe, serkeftina we di vî warî de ji bo berjewendiya çand û wêjeya Kurdî, serkeftina me teva ye, dan û standina nivîskaran bi giştî xurt dike û wan ji hev bêtir nêzîk dike.
Em hêvîdarin kongira we kongireke serkeftî be, û encamên baş, biryarên xweş jê derkevin ...
Bijî Kurd û Kurdistan
Bijî kar û xebata giştî ji bo çand û wêjeya kurdî ...
Komîteya birêvrbir ya
YNRKS li Sûrya
04.06.2021 .