PDK-Sê 45 salroja Şoreşa Gulanê li Serok Barzanî Pîroz kir

PDK-Sê 45 salroja Şoreşa Gulanê li Serok Barzanî Pîroz kir

PDK-S: Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, birûseke pîrozbayê arasteyî serok Mes'ûd Barzanî kir, û têde 45mîn salroja şoreşa Gulanê li serok Barzanî û tevaya endam û alîgrên Partiya Demokrata Kurdistanê pîrozkir.

Birûska Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê , got ku şoreşa Gulanê dirêjpêdera şoreşa Êlûnê bû , û ew mehên navbera herdu şoreşan de weke qonaxa dubare xwerêkxistinê di nava rêzên Partî û cemawerê Kurdistanê de.

Herweha di birûska pîrozbahiyê de hatiye ku şoreşa Gulanê di 26 Gulana sala 1976 an de destpêkir, û tevaya gelê kurd tevlî rêzên şoreşê bûn, ku raperîna sala 1991an yek ji encamên şoreşa Gulanê bû .