Qamişlo... Jineke du canî bi guleyên bêserûber jiyana xwe ji dest da

Qamişlo... Jineke du canî bi guleyên bêserûber  jiyana xwe ji dest da

PDK-S: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jineke du canî bi guleyên bêserûber jiyana xwe ji dest da.

Jêdereke xwecehî ragihand, ku jina bi navê Sûzan Ehmed Elî , ku ew bi xwe ji bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û temenê wê 29 sal bûn û du canî bû , li taxa Siyahî li Qamişlo bi guleyên bêserûber di ahingên serkeftina xwendevanan de canê xwe ji dest da.

Li Rojavayê Kurdistanê guleyên bêserûber di her helkeft şahî û ahingan de têne berdan û di encamê de welatî dibne qurbanî, û ev yek jî bûye cihê nerazîbûnê li ba welatiyên deverê û daxwaz wê yekê dikin ku êdî dawî bi vê diyardeyê were .