Xwecehiya Efrînê ya ENKSê pîrozbahî pêşkêşî xwendekarên serkeftî kir

Xwecehiya Efrînê ya ENKSê pîrozbahî pêşkêşî xwendekarên serkeftî kir

PDK-S: Encûmena xwecehî ya Efrînê pîrozbahiya hemî xwendekarên serkeftî bi taybet yên Efrînê kir .

Di daxuyaniyekê de encûmena xwecehî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê got, ku bi helkefta derketina encamên ezmûnên xwendekarên asta navendî ango Bekeloriya em germtirîn pîrozbahî pêşkêşî xwendekarên kurd yên serkeftî bi taybet xwendekarên Efrînê dikin û amaje kir, ku pile û encamên bidestxistî cihê serbilindayê ne .

Herweha di daxuyaniyê de xwecehiya Efrînê ya ENKSê pîrozbahiyeke taybet pêşkêşî xwendekar ronî muderis kurê kubanê kir, ku hejmara giştî 240 ji 240 komkir û pileya yekem li ser asta Sûriyê bidest xist.