ENKSê derbarê mijara revandiyên li cem çekdarên PYDê daxuyaniyek belav kir

ENKSê derbarê mijara revandiyên li cem çekdarên PYDê daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê derbarê mijara revandiyên li cem çekdarên PYDê daxuyaniyek belav kir tê de helwêsta xwe ya ji bo diyarkirina rastiya çarenivîsa revanidyên kurd nû kir.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ENKSê di çarçoveya hevdîtinên xwe bi fermandariya QSDê derbarê derbasbûna danûstandina bi PYDê re lîsteyek ji navên windabûyên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve û di herêmên bi din hejmûna PYDê hatine revandin pêşkêş kir û daxwaza diyarkirina çarenivîsa wan kir, ku ew yek wate mijara diyarkirina çarenivîsa revandiyan yek ji xalên nakokdar in yên sereke ne ku divê beriya her rêkeftinekê were îmzekirin mijara revandiyan were çareserkirina û diyarkirin ku ew dose daxwazên rewa yên malbat û kesûkarên revandiyan e herwehe cihê guhdana raya giştî ye.

Daxuyaniyê anî ziman ku bersiva ENKSê bi dest xwe ve xistiye bi tenê naveroka daxuyaniya QSDê ya ku di 10ê Çileya 2020an hatiye belavkirin ku ew daxuyanî derbarê lîsteya revandiyan bû, di nav de navên Emîr Hamid û Fûad Îbrahîm jî hebû, lê tu carî ENKSê weke bersiv berçav negirtiye, û ew dose ta niha hîn jî vekirî ye û cihê şopandin û rijdbûna ENKSê ye, û di her civînekê bi fermandariya QSDê bang bi şêweyekî fermî li ser diyarkirin û rizgarkirina hemû revadiyan dike.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ENKSê careke din helwêsta xwe ji bo diyarkirina rastiya çarenivîsa revandiyan bi aweyekî pak û zelal dike.