Nûneratiya Ewropa ya ENKSê hevdîtineke siyasî dinavbera D.Serokatiyê û hejmarek rewşenbîr re birêkxistin kir

Nûneratiya Ewropa ya ENKSê hevdîtineke siyasî dinavbera D.Serokatiyê û hejmarek rewşenbîr re birêkxistin kir

PDK-S: Nûneratiya Ewropa ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê hevdîtineke siyasî di navbera desteya serokatiya ENKSê û hejmarek ji rewşenbîran birêkxistin kir.

Nivîsgeha ragihandinê ya nûneratiya Ewropayê ya ENKSê ragehand, ku di hevdîtinê de endamê desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê Mihemed Ismaîl herweha serokê nûneratiya Ewropayê ya ENKSê Ebdulkerîm Hacî û hejmarek ji rewşenbîr û kesayetên niştîmanî yên li Elmanyayê dimînin beşdarbûn û hevdîtin li ser enternêtê bû.

Di hevdîtnê de mijarên , kirîza Sûriyê û danûstandinên di navbera ENKSê û PYNKê de, peywendiya ENKSê bi opozisyona Sûriyê re bi giştî û hevpeymaniya Niştîmanî bi taybetî, herweha berdewamiya binpêkirinan û guhertina dîmografî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û amadekariyên têne kirin ji bo lidarxistina kongirê ENKSê hatin behskirin .
Di dawiya civînê de jî hejmarek ji pêşnyaran ji bo pêşketina ENKSê û ektîvkirina rola wê li hundir û derveyê welêt hatin pêşkêşkirin.