Dêvêd Birawniştayin serdana baregehê ENKSê kir

Dêvêd Birawniştayin serdana baregehê ENKSê kir

PDK-S: Şandiyê Amerîkî ji bo danûstandinên Kurdî Kurdî serdana baregehê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê kir.

Roja Înê 09. 04. 2021, Dêvêd Birawniştayin serdana baregehê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê kir , û ji aliyê desteya serokatiya ENKSê ve pêşwazî lê hate kirin.

Di civînê de Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê behsa çaweniya nehiştna astengiyên li pêşiya dubare destipêkirina danûstandinên Kurdî Kurdî de kir.

Ji aliyê xweve Brawniştayin tekezî li ser peywendiyê navbera Amerîka û ENKSê de kir, herweha tekezî li ser pabendibûna Amerîka bi çareseriya siyasî li Sûriyê kir.