Peyamek ji Serok Barzanî

Peyamek ji Serok Barzanî

Peyamek ji Serok Barzanî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi biryara vê dawiyê ya rêxistina cîhanî perwerdeyî û zanistî û çandî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî (Unesco) gelek xweşhalim ku têda ew beşa navçeya Hewraman ku ketiye rojhilata Kurdistanê, xistiye nav lîsta şûnewarê girîngên mirovayetiyê.

Hewraman navçeyekê girîngê Kurdistane ku herdem roleke ber bi çav li çand û edeb û dîrok û şoreş û siyaset û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê da hebûye. Bêguman ew biryara Unesco jî destkefteke dine ji bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman. Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê navçeya Hewraman dikim û ji bo wan hêviya aramî û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Mesûd Barzanî
28.07.2021