Şandeke ENKSê li gel 2 berpirsiyarên Birîtanî civiya

Şandeke ENKSê li gel 2 berpirsiyarên Birîtanî civiya

PDK-S:Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li gel xanim Sofî Nîwman, û Samwêl Cîb berpirsyarên doseya Sûriyê li ofîsa Berîtanî ya li Beyrûtê civiyan.

Di civînê de behsa Berîtanî ya di piroseya çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê, ûbicî bûna aştiyê ûm azadiyê ji bo gelê Sûriyê , û rola ENKSê di Itlafê de ji bo dabînkirina ewlehiyê taku derbiderên Efrînê Serê Kaniyê û Gigrê Spî vegerine ser zêdên xwe hate kirin.

Herweha di civînê de behsa rewşa deverên dibin destê PYDê de hate kirin ku çawe leşkeriya neçar û xwendina rêbazkirî , û binçavkirin û revandinê û kuştina dibin eşkencê de, ku dibine sedema koçberkirina xelkê ji zêdên xwe.
Herweha behsa sînaryoya vekşana Emrîka ji rojhlatê çemê Feratê hate kirin, û çawe gefên PKK û encamdana xwenîşandanên dijî Tirkiya li Rojavayê Kurdistanê , wê bibe sedema encamdana operasyoneke leşkeriya Tirkî.

Di dawiya civînê de tekezî li ser girngiya serxistina danûstandinên Kurdî Kurdî navbera ENKS û PNKm de hate kirin.