Nafih Ebdulah: Bi hêvî ne hemû girtî werin berdan

Nafih Ebdulah: Bi hêvî ne hemû girtî werin berdan

PDK-S:Nafih Eddulah, endamên Komîta Navendî ya PDK-Sê li ser serbestberdan Ezedîn Mela hêvî kir ku hemû revandî werin berdan.

Ebdulah ji ARKê re got: Bi hêvî ne revandiyên din yên PDK-Sê jî di zîndanên PYDê de werin berdan, ji ber ku ew girtiyên siyasî ne.

Navbûrî eşkere kir ku ew girtî ji ber helwêst û nerînên xwe yên siyasî hatine binçavkirin û revandin, û weke nêzîkirina helwêsta kurdî divê werin berdan. Navê revaniyên di vê dema dawiyê de hatin revanin ev in:

Endamê Desteya Rawêjkariya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Deham Eyo li bajarê Qamişlo

Li gundê Abirê yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dêrikê ve, endamê encûmena herêmî ya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ehmed Salih.

Li navçeya Girkê Legê yê Dêrikê, nûçegîhanê me Barzanî Husên.

Li gundê Mezra Banî yê Dêrikê Feremez Ebdulkerîm Hacî Ebdî. Herweha Beriya wan Ebdulxefar Mihemed endamê encûmen Herêmî hate revandin û tu zanyarî li ser tune ne.