Cîgirê serokê Itlafê Ebdulhekîm Beşar wê serdana Emerîka bike

Cîgirê serokê Itlafê Ebdulhekîm Beşar wê serdana Emerîka bike

PDK-S: Cîgirê serokê Itlafê wê li gel şandekê serdana Emrîka bike taku beşdariyê di xula 76 ya civînên desteya giştî ya Netewên Yekgirtî de bike.

Di lêdwaneke taybet de bo ARKê diktor Ebdulhekîm Beşar Cîgirê serokê Itlafê ragehand, ku 20 vê mehê şandeke Itlafê wê serdana Emrîka bike.

Weke diktor Ebdulhekîm Beşar daye xuyakirin, ku mebest ji serdanê beşdarîkirine di xula 76an ya civînên desteya giştî ya Netewên Yekgirtî de.